TR KU SO
FB X
Kurdistan

Parlementoya Kurdistanê wê îro bicive

Leyla Denli
Nivîskar
📅 29 hezîran 2020 16:29

PeyamaKurd - Piştî kerentîneya du hefteyan, îro Parlementoya Kurdistanê dicive û ji aliyê parlementeran wê dengdan bo pêşniyazbiryaran bê pêşkêşkirin. Herwiha dengdan dê bo dirêjkirina heyama Buharê ya Parlementoyê jî bê lidarxistin.

Serokatiya Parlementoya Kurdistanê îro dicive û li gor bernameya karê rûniştina îro, dengdan li ser pêşniyazbiryarên ji aliyê parlemanteran ve hatine pêşkêşkirin tê kirin.

Herwiha li gor Birgeya Çarem ji Madeya (7) a Peyrewa Navxwe, dengdan li ser dirêjkirina heyama Buharê ya sala duyem a Parlementoya Kurdistanê tê kirin.

Piştî ku vîrusa Koronayê gihîştibû Parlementoya Kurdistanê, Parlemento bo du hefteyan hatibû kerentînekirin. Îro jî yekem civîn piştî rakirina kerentîneyê tê encamdan.

Parve bike: