TR KU SO
FB X
Kurdistan

Partiyên Kurd li Tirkiyê bereyekê ava dikin

📅 26 nîsan 2018 23:34

PeyamaKurd - Partî û bizavên siyasî yên Kurd  AZADÎ, HAKPAR, PAK, KDP-T, KDP-B, PSK ji bo hilbijartinên serokkomarî û parlamentoyê yên li Tirkiyê hewl didin ku bereyeke Kurdistanî çêkin.

Her ku dema hilbijartinê nêzîk dibe û herkes namzedê xwe radigihîne, aliyên Kurd jî hewl didin ku bereyeke Kurdî ava bikin û wisa têkevin hilbijartinê.

Partiyên Kurdî, li Diyarbekirê civîneke berfireh saz kirin û gihîştin wê biryarê ku divê tifaqeke giştî were kirin.

Li gor agahiyên li ber dest, ev partî rê li ber partiyên din ên Kurd HDP û Huda-Parê jî nagirin û dixwazin wan jî daxilî tifaqê bikin.

Berpirsê Azadiyê Sidki Zîlanê ku yek ji beşdarên civînê bû diyar kir ku gihîştine asteke baş û bihêvî ne.

Parve bike: