Kurdistan
Pasdarên Îranê du kolberên Kurd bi giranî birîndar kirin
PeyamaKurd – Pasdarên Îranê du kolberên Kurd yên xelkê bajarokê Bane yê Rojhilatê Kurdistanê, dan ber guleyan û ew birîndar kirin.
Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê diyar kir, roja 17ê vê mehê pasdarên Îranê li devera Hengejale ya bajarokê Bane, komek kolberên Kurd dan ber guleyan û di encama êrişê de du kolber birîndar bûn.
Navê kolberekî birîndar bûye Cemîl Ehmedpûr e (27 salî) û xelkê gundê Heft Taş yê Bane ye û ji piyê xwe bi giranî birîndar bûye.
Nasnameya kolberê din heta niha nehatiye zanîn. Her du kolber, li navenda tenduristiyê ya Bane hatine razandin.