TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pasdarên Îranê kolberekî Kurd bi giranî birîndar kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 10 gulan 2022 22:02

PeyamaKurd – Pasdarên rejîma Îranê li devera Newsûd ya Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê bi guleyan kolberekî kurd bi giranî birîndar kirin.

Malpera rêxistina mafên mirovan Hengawê ragihand ku îro Sêşemê danê sibê pasdarên Îranê li devera sînorî ya Newsûd a li parêzgeha Kirmaşanê, kolberekî Kurd dan ber guleyan.

Hat diyarkirin ku kolberê kurd ê ku bi giranî birîndar bûyenavê wî Ferzad Necîbî ye û xelkê gundê Hanî Germele yê Newsûdê ye.

Parve bike: