TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK: Ku em ala Kurdistanê li ba nekin, em venagerine Kerkûkê!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 05 nîsan 2018 12:45

Li ser Kerkûka ku di 16ê Cotmetê de ji aliyê Artêşa Iraq û Heşdî Şe’bî ve hatibû vegirtin, alîkarê Serokê Koma PDKê Şaxewan Ebdulla daxuyaniyek da û got ku heke em ala Kurdistanê li ba nekin, em venagerine Kerkûkê. Heta ku qedexeyên li ser ala Kurdistanê ranebin û levhatineke ku vê xerentî bike çênebe, em li Kerkûkê teşkîlata xwe venakin.

Li ser derbasbûna Pêşmergeyan ya Kerkûkê jî Şaxewan Ebdulla wiha got: “Ev îddîayên wiha hemî derew in. Pêşmerge derbasî Kerkûkê an jî herêmên Kurdistanî yên ku nîqas li ser wan hene, nebûye.

Parve bike: