TR KU SO
FB X
Kurdistan

PDK-S sehîdkirina endamekî xwe yê di girtîgehên PYDê de bi tundî sermezar kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 30 hezîran 2021 15:59

PeyamaKurd – Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) bi daxuyaniyekê, şehîdkirina endamekî xwe yê di girtîgehên PYDê de bi tundî şermezar kir.

Partiya Demokrat a Kurdistanê – Sûriye (PDK-S) diyar kir: “Pêkanîna vê tawana kirêt di vê demê de ku hewldanên navdewletî û Amerîkî ji bo dubare destpêkirina danûstandinên yekrêziya helwesta Kurdî de heye, peyameke neyînî û xerap ji aliyê Rêveberiya Xweser a ser bi PYDê ve ye.”

Komîta Navendî ya PDK-Sê da zanîn: “Endamê Encûmena Şaxê ya partiya me Emîn Îsa, piştî ku 22 Gulana borî de ji aliyê çekdarên Partiya Yekîtiya Demokratîk ve hatibû xwestin û binçavkirin û ji bo girtîgeha Serdozgeriya Leşkerî ya ser bi PYDê ve hatibû veguhestin, di girtîgehên PYDê de rastî eşkenceyên hovane hat û di bin eşkenceyê de hat şehîdkirin.”

Di daxuyaniya Komîta Navendî ya PDK-Sê de hat eşkerekirin: “Piştî pişknîna bedena wî (Emîn Îsa) û li gor raporta bijîşkî, şopên îşkenceya hovane û şikestinê li hemû bedenê wî hene, bi amûrên giran li çok û stuyê wî hatiye xistin û pişt seriyê wî û pişta wî bi zeyta germ hatiye şewitandin.”

Komîta Navendî ya PDK-Sê diyar dike: “Pêkanîna vê tawana kirêt di vê demê de ku hewldanên navdewletî bi giştî û yên Amerîkî bi taybetî ji bo dubare destpêkirina danûstandinên yekrêziya helwesta Kurdî di navbera ENKS û PYNKê de hene, peyameke neyînî û xerap ji aliyê Rêveberiya Xweser a ser bi wê (PYD) ve ye.”

Herî dawî di daxuyaniyê de hat destnîşankirin: “Em wek Komîta Navendî ya PDK-Sê, di dema ku em vî karê hovane bi tundî şermezar dikin, daxwazê ji aliyê Amerîkî wek serperişkar û gerentîkarê danûstandinên yekrêziya Kurdî dikin ku bi erkê xwe rabe û van kiryar û tawanan rawestîne. Herwiha daxwazê ji rêxistinên navdewletî yê mafên mirovan dikin destêwerdan û lêkolînê di vê tawana kirêt de bikin û tawanbar û kujerên ev tawan kirine diyar bikin û bidin dadgeheke eşkere û bi çavdêriya navdewletî.”

Di dawiya daxuyaniyê de hat diyarkirin: “Ev tawan li dijî belgeyên navdewletî û nirxên mirovatiyê ne û cihê wê em tekez bikin ku raportên sexte yên ji aliyê berpirsên PYDê ve derdikevin, armanc jê ew e ku rastiyên vê tawanê bincil bikin tawanbaran veşêrin.”

Parve bike: