TR KU SO
FB X
Kurdistan

Pêsmerge û erkdarên koalîsyonê li hev civîn!

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 22 cotmeh 2018 23:14

PeyamaKurd-Wezareta Pêşmergeyan û erkdarên koalîsyona navnetewî ya li dijî IŞÎDê ji bo hinek tedbîran bi hev re civînek pêk anîn.

Şandeya Wezareta Pêşmergeyan ya di bin serokatiya Serbest Lezgîn de û erkdarên koalîsyona navnetewî ya li dijî IŞÎDê bi hev re civînek pêk anîn.

Sekreterê Wezareta Pêşmergeyan Cebar Yawer di derbarê civînê de li ser hesabê xwe yê twitterê daxuyaniyek da û got ku di civînê de li dijî çalakiyên IŞÎDê yên li Iraqê standina hinek tedbîran hate rojevê.

Ji xeynî vê jî xizmeta perwerdehî û şêwirmendiyê ya ku ji aliyê koalîsyonê ve ji bo pêşmergeyan dihate dayîn jî hatiye rojevê û ji bo dewamkirina vê xizmetê jî her du aliyan li hev kirine.

Parve bike: