TR KU SO
FB X
Kurdistan

Projeyasaya înfazê li Parlemana Tirkiyê hat qebûlkirin

📅 14 nîsan 2020 16:19

PeyamaKurd - Projeyasaya înfazê bi 279 dengên “Belê” li Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.

Tenê 51 dengên “Na” hatin bikaranîn. Komên partiyên AKP û MHPê bi hev re projeyasa amade kiribûn.

Projeyasaya derbarê Guhertinên Di Hin Qanûnan De û Qanûnên Derbarê Înfaza Tedbîrên Ewlehiyê û Cezayan De li Civata Giştî ya Parlamentoya Tirkiyeyê hat qebûlkirin.

Piştî nîqaşên li Danişîna Giştî pêvajoya dengdanê pêk hat. 330 parlamenter beşdarî dengdanê bûn. 51 parlamenteran dengên “Na” û  279 parlamenteran jî got “Belê” û di encamê de projeyasa hat qebûlkirin.

Qanûn piştî erêkirina Serokomar û Serokê Giştî yê AKPyê Recep Tayyîp Erdogan, wê di Rojnameya Fermî de bê weşandin û paşê jî wê têkeve meriyetê

Li gorî vê guhertina destûrê wê nêzîkî 90 hezar girtî ji girtîgehan derkevin. Ligel hemû hewldanên partiyên muxaletê siyasetmedar û rojnamegerên girtî û kesên ji ber aşkerekirina fikr û ramanên xwe hatine girtin tevlî van guhertinan nekirin ango ew dê neyên berdan.

Bi vê projeyasayê re di 11 qanûnên cida de 70 xal hatin guhertin.

 

Parve bike: