TR KU SO
FB X
Kurdistan

Qamislo | Worksopek li ser rêkxistina karên ENKSê hat birêvebirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 11 rêbendan 2022 15:00

PeyamaKurd Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye, workşopek derbarê rêkxistina karên Encûmena Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê (ENKS) Li bajarê Qamişlo bi rê ve bir.

Cîgirê Sekreterê Partiya Yekîtiya Kurdistanê – Sûriye Ebdulîlah Ûcê da zanîn, ew dixwazin ligel nêzîkbûna kongreya ENKSê, bizanin çawa encûmenê pêş bixin, di heman demê de bi rêya kesek pispor, guhertinan di karûbarên wê de bikin.

Herwiha di civînê de amadebûneke berçav a jinan jî hebû, Selma Silêman ku weke çalakvaneke jin kar dike diyar kir: “Bi rêya vê workşopê, dixwazin ji hemû aliyan ve ENKSê pêş bixin û astengiyên li ber vê encûmenê rakin.”

Biryar e di naverasta îsal de ENKS kongreya xwe li dar bixe. Akademîsyen Ferîd Sedûn ku di workşopê de beşdar bû, rexne li hin karên ENKSê girt û diyar kir; divê kêmasiyên Encûmenê werin naskirin, pêwîstiya desteyên ENKS bi rêkxistineke zêdetir û bi kesên pispor heye.

Ev workşop bi dirêjahiya sê rojan wê berdewam bibe û 22 kes ji nûnerên partiyên ENKSê, rêxistinên sivîl û jinan û çalakvanên siyasî di workşopê de beşdar in.

Parve bike: