TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rêber Ahmed û Beyan Samî Abdurrahman hevdîtinekî kirin

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 26 mijdar 2021 04:33

PeyamaKurd – Nûnera hukumeta Herêma Kurdistanê ya li Amerîkayê Beyan Samî Abduurahman îro li Hewlêrê seredana wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê Rêber Ahmed kir. Rêber Ahmed di ser hesabê xwe yê medya civakî de peyamekî belav kir û di peyama xwe de weha got:

“Ez bi hevdîtina bi Beyan Samî Abdurrahman re kêfxweş bûm. Em li ser pêşdeçûnên li herêmê, li ser diyaspora û dîplomasiya Kurda ya li Amerîkayê û li ser çawaniya di astên cuda de li ser tevgera hevkariya bi Amerîka re axifîn.”

Parve bike: