Rejîma Îranê 6 girtiyên Kurd darve kir
PeyamaKurd - Hengawê ragihand ku rejîma Îranê li Kirmaşanê 6 girtiyên Kurd darve kiriye.
Rêxistina Mafê Mirovan a Rojhelatê Kurdistanê (Hengaw) ku yek ji gringtirîn dezgeha ku di derbarê binpêkirinên mafê mirovan ên ji alî rejîma Îranê ve têne pêkanîn aşkere dike, ragihand ku rejîma Îranê dîsa li Girtîgeha Kerecê, 6 girtiyên Kurd ên ji Kirmaşana Rojhilatê Kurdistanê darvekiriye
Di daxuyaniya nivîskî ya bi ser malpera Hengawê de hatiye parvekirin de hatiye diyarkirin ku Kurdên bi navê, Ehmed Letîfî, Ekber Huremtaş, Emîr Huseyîn Melekî, Elî Ekber Muradyan, Hadî Nezerî û Elî Mîrî ku bi tohmeta “bazirganiya madeyên hişber” kirine li Girtîgeha Kerecê girtî bûn, hatine darvekirin.
Ciwanên ku li navçeyên Hersîn û Sehneyê yên parêzgeha Kirmaşanê hatibûn girtin, ji alî Dadgeha Şoreşê ya Kerecê ve bi cezayê darvekirinê hatibûn cezakirin.