Kurdistan
Rejîma Îranê li Sinê kurdekî din bidarve kir
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li girtîgeha Sinê ya Rojihilatê Kurdistanê, rejîma Îranê welatiyekî Kurd bidarve kir.
Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê ragihandiye, welatiyê bi navê Mihemed Ezîz ku xelkê bajarokê Sewlawa ya parêzgeha Sinê ye, dohî li zîndana bajarê Sinê hat bidarvekirin.
Hat diyarkirin ku ew welatiyê Kurd, berî du salan bi tohmeta kuştina bi qest ji aliyê dezgeha Dadweriya Îranê ve sizayê bidarvekirinê lê hatiye birîn.
Mihemed Ezîz di meha Remzana borî de ji bo bicihkirina fermana bidarvekirinê ji bo zîndana takekesî hatibû veguhestin, lê bicihkirina fermanê hatibû paşxistin.