Rejîma Îranê nehist meytê Mensûr Kerîmyan li Sine bê binaxkirin
Peyama Kurd - Rejîma destûrê neda ku meytê leyztikvan û derhênerê Kurd Mensûr Kerîmyan derbasî Rojhilatê Kurdistanê bibe.
Leyztikvan ûerhênerê navdar Mensûr Kerîmyanê ji bajarê Sine yê Rojhelatê Kurdistanê ye, demeke dirêj bû li Rojavayê Kurdistanê fîlman dikêşa.
Artêşa Tirk di 25ê Mijdarê de bi dronan êrişî bajarokê Siwediyê yê girêdayî bajarê Dêrikê yê Rojavayê Kurdistanê kiribû û di encama wan êrişan de, leyztikvan Mansûr Kerîmyan canê xwe ji dest dabû.
Piştî vê bûyerê meytê Kerîmyan ji Rojavayê Kurdistanê anîbûn Herêma Kurdistanê da ku derbasî Rojhilatê Kurdistanê bikin û li bajarê Sineyê were binaxkirin. Lê belê hate ragihandin ku rejîma Îranê destûrê nedaye ku meytê derhênerê Kurd derbazî Rojhetat bibe.
Piştî vê hewla rejima Îranê, hate ragihandin ku wê meytê Mensûr Kerîmyan di 7ê vê mehê de li Silêmaniyê were veşartin.
Mansur Kerîmyanê ku 20 salin bi şêweyeke çalak bi karûbarê sînemayê re mijûl dibe, di 1984an de li bajarê Sîne yê Rojhelatê Kurdistanê ji dayîk bûye.
Leyztikvan û derhênerê Kurd di filmên dirêj ên wekî “Bexteweran”, “Kirêçiyekan”, “Keylan”, “El-Kadud le Bexda”, “Tava Sor û Evîna Kurd” û di kurtefilmên wekî “B+” û “Firîna Masiyekan” de lîstiye.