TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rejîma Îranê xortekî din ê Kurd bi darve kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 13 cotmeh 2021 14:39

PeyamaKurd – Rejîma Îranê, li bajarê Kirmaşan yê Rojhilatê Kurdistanê, xortekî Kurd bi darve kir.

Malpera mafên mirov ya Hengaw diyar kiriye, do di girtîgeha Dîzelabad ya Kirmaşanê de, xortekî Kurd yê bi navê Mihemed Letîfî (23 salî) hat bidarvekirin.

Li gorî zanyariyan, ew xortê Kurd 4 sal berê û bi tohmeta kuştina kesekî hatibû girtin û bi qîsasê hatibû sizadan.

Ew xortê Kurd xelkê gundê Selatîn yê Kirmaşanê bûye.

Parve bike: