Rêveberiya Xweser: Biryara NY ya li ser kampa Holê erênî ye
PeyamaKurd – Hevserokê Navenda Pêwendiyên Karên Derve yê Rêveberiya Xweser diyar kir: “Biryara NY ya li ser kampa Holê, erênî ye.”
Hevserokê Navenda Pêwendiyên Karên Derve yê Rêveberiya Xweser ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ebdulkerîm Omer, însiyatîfa Neteweyên Yekbûyî ya piştî civîna 76an ya Komeleya Giştî ya Neteweyên Yekbûyî, ku di 29ê Îlonê de destpêkiribû, erênî nirxand.
Ebdulkerîm Omer dide zanîn, armanc ji însiyatîfê ew e ku welatên cîhanê, welatiyên xwe yên ku tevlî DAIŞê bibûn, ji kampên Bakurê Rojhilatê Sûriyê, bi taybetî yên li kampa Holê, vegerînin.
Sekerterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî Antonio Guterres gotibû, ku nabe ev rewş weha berdewam bike û hişyarî dabû, ku eger ev aloziya yasayî bi awayekî giştî neyê çareserkirin, wê metirsiyên ewlehî yên demdirêj li ser civaka navdewletî hebin.
Antonio Guterres eşkere kiribû, ku ew însiyatîfa piştgiriya diravî û teknîkî dide, da ku pêdiviyên yasayî û mirovî yên lezgîn, ji kesên ku ji Iraqê û Sûriyê vedigerin re, werin peydakirin.