Rêvebiriya xweser wê dexlên cotiyaran biparêze
PeyamaKurd- Desteya Aborî û Çandiniyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ragihand ku li Rojavayê Kurdistanê hêzan erkdar kirine da dexlên cotiyaran biparêzin. Di nava wan hêzan de Hêzên Parastina Civakî, xwediyên erd û çandiniyan û hêzên ewlekariyê yên Rojava hene. Bi temamî jimara wan digihê 45 hezar kesî.
Di 2 salên borî de her wexta ku dexl û dan bihata wexta çinînê, agir berdidan dexlan û vemirandina agirî jî gelek zahmet bû. Niha rêvebirî dibêje ku wan hêzan wezîfedar kirine da tiştek bi keda cotiyaran neyê. Rêvebirî dibêje eger her kesekî rewşekî awarte dît, bila wan agahdar bike da mudaxeleyê meselê bikin.
Rêvebirî her weha dibêje heya niha bi destê Tirkiyê û grûbên bi ser wan de ji 82 hezar donimî zêdetir agir berdane dexl û danê xelkê.
Li gor rêjeya destê rêvebiriyê; sala borî 435 hezar donim genim û ceh şewitiye ku dike 11 mîlyar lîreyê Sûriyê.