TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rewsa dawî ya vîrusa korona hat eskere kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 sibat 2022 22:11

PeyamaKurd - Wezareta Tenduristiyê ya Herêma Kurdistanê rewşa 24 demjimêrên borî ya vîrusa koronayê eşkere kir.

Wezareta Tenduristiyê di daxuyaniya xwe ya îro Çarşemê de ragihand, 614 kesên din li seranserê Herêma Kurdistanê bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî wefat kiriye.

Wezareta eşkere kir ku di 24 demjimêrên borî de 1145 nexweş jî baş bûne.

Bi van amarên dawî re hejmara pêketiyan gihîşt 429439 kesan, ya mirinan bû 7353 kes û heta niha 411194 nexweş jî baş bûne.

Parve bike: