Kurdistan
Rojava | 4 wefat û 241 pêketiyên nû yên Covid-19 hatin eskere kirin
PeyamaKurd - Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a li Rojavayê Kurdistanê ragihand ku di 24 saetên borî de 241 kesên din bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kes jî mirine.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser Dr. Ciwan Mistefa eşkere kir, 241 kes bi vîrûsa Koronayê (Covid-19) ketine û 4 kesan jî can daye.
Herwiha hat diyarkirin ku 5 kesên din jî ji nexweşiyê baş bûne
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên vîrûsa Koronayê gihîşt 21 hezar û 312 kesan, ji wan 1977 kes baş bûne û 798 kes jî mirine