Kurdistan
Rojava | Amarên dawî yên Covid-19 hatin eskere kirin
PeyamaKurd – Li Rojavayê Kurdistanê û herêmên Rêveberiya Xweser, di 24 saetên borî de 57 kesên din bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketin û 2 kes jî pê mirin.
Hevserokê Desteya Tenduristiya Rêveberiya Xweser amarên 24 saetên borî yên vîrûsa koronayê belav kir.
Dr. Ciwan Mistefa ragihand; 57 kes bi vîrûsa koronayê (Covid-19) ketine ku 7 kes li Hesekê, 8 kes li Qamişlo, 1 kes li Dêrikê, 2 kes li Amûdê, 2 kes li Dirbêsiyê, 20 kes li Reqayê, 11 kes li Tebqayê, 4 kes li Dêrezorê û 1 kes li Kampa Holê ye.
Dr. Mistefa eşkere kir ku 2 kesan jiyana xwe ji dest daye û 4 kes jî baş bûne.
Li Rojavayê Kurdistanê bi van amarên dawî re hejmara pêketiyên koronayê gihîşt 17328 kesan, ya mirinan bû 711 kes û heta niha 1762 kes jî baş bûne.