TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Erk û deshilatên ‘Lêvegera Bilind a Kurd’ hatin eskere kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 23 îlon 2020 19:33

PeyamaKurd – Piştî ku ENKS û PYNKê li du hevdîtin û danûstandinên domdar qonaxa duyem bi ragihandina ‘Lêvegera Bilind a Kurdî’ bidawî kirin, erk û karê wê desteya ku sedî 40 ENKS û sedî 40 jî ji PYNKê pêk tê hatin eşkere kirin.

Li gorî ragihandina Berdevka PYDê û endama şanda danûstandinan Sema Bekdaş erk û deshilatên Lêvegera Bilind wiha ne:

1- Nûnertiya Kurdên Sûriyê di platformên Niştimanî û Navdewletî de

2- Danîna stratejiyeyekê bo gelê Kurd li Sûriyê

3- Biryardana derbarê rewşên girêdayî Kurdên Sûriyê de

4- Şopandina rewşa herêmên Kurdî yên di destê Tirkiye û komên çekdar de

5- Hewldana bo vegera guncav a xelkê van herêmên ku niha di bin destê wan komên çekdar de ne

6- Tu desthilata lêvegerê derbarê pêkhateyên din ên ne Kurd de tune ye, ji ber ku li herêmê ji bilî Kurdan pêkhateyên din jî hene.

 

Parve bike: