TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Hewla êrîsa xwekujî hat têkbirin: 2 çekdarên DAISê hatin kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 31 adar 2023 21:16

PeyamaKurd - Li bajarê Hesekê yê Rojavayê Kurdistanê, 2 çekdarên întiharî yên DAIŞê ku hewl dan êrîşî xaleke ewlehiyê bikin, hatin kuştin.

Li gorî çavkaniyên xwecihî yên Rojavayê Kurdistanê, îro 31ê Adarê, dema ku 2 çekdarên DAIŞê hewl dan derbasî xala ewlehiyê bibin, ji aliyê Hêzên Ewlekariya Hundirîn ve hatin kuştin.

Hat zanîn ku bûyer li xaleke ewlehiyê ya li taxa Neşwe ya Hesekê rû daye û hewla êrîşa xwekujî ji aliyê hêzên ewlekariyê ve hatiye têkbirin.

Parve bike: