TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojava | Li Til Temirê du gundên Asûriyan hatin topbaran kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 12 berfanbar 2021 15:05

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdarên bi ser wê ve, du gundên Aşûriyan li gundewarê bajarokê Til Temir ê Rojavayê Kurdistanê topbaran kirin.

Li gorî ragihandina berpirsên Encûmena Leşkerî ya Til Temirê, hêzên artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên alîgirên wê, du gundên Aşûriyan li gundewarê bajarokê Til Temir topbaran kirin.

Hat diyarkirin  ku gundên hatine topbarankirin Til Şinan û Til Cumaa yên Aşûrînişîn in û herwiha gundê Derdare jî hatiye topbaran kirin ku ji bilî ziyanî madî ti ziyanên canî çênebûne.

Parve bike: