TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat | Li Serdestê kolberekî Kurd hat kustin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 05 sibat 2021 00:21

PeyamaKurd - Li bajarê Serdeşt yê Rojhilatê Kurdistanê kolberekî kurd ji aliyê pasdarên Îranê hat kuştin.

Malpera mafên mirovan Hengawê ragihand ku doh 3yê Sibatê êvarê pasdarên Îranê komek kolber li deverên sînorî yên bajarê Serdeştê dan ber guleyan.

Hat diyarkirin, li gorî zanyariyan di wê êrîşê de kolberekî kurd bi navê Xalid Ehmedpûr ku xelkê gundê Wirde yê Serdeştê ye û bavê du zarokane hatiye kuştin.

Parve bike: