TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rojhilat | Li Sineyê jineke Kurd hat bidarvekirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 29 rêbendan 2021 23:29

PeyamaKurd - Li bajarê Sine yê Rojhilatê Kurdistanê jineke kurd hat bidarvekirin.

Malpera mafên mirovan Hengawê ragihand ku roja 27 vê mehê jineke kurd di nav girtîgeha navendî ya bajarê Sine de hat bidarvekirin.

Hat diyarkirin ku ew jin ji aliyê dadgehê ve bi hinceta kuştina kesekî din hatibû mehkûmkirin û cezayê îdamê li ser hatibû sepandin.

Li gorî Hengawê hîn nasnameya wê jina hatiye bidarvekirin nehatiye zanîn.

Parve bike: