TR KU SO
FB X
Kurdistan

Rûsyayê derbarê Idlîbê de daxuyaniyek da

📅 04 hezîran 2020 13:08

PeyamaKurd-  Rûsyayê ragihand ku rêxistina terorê ya el Nûsrayê li Idlîbê teqe li jîngehan kiriye.

Serokê Lihevanîna Aliyan a Rûsyayê li Sûriyê Aleksandr Şerbitskiy derbarê rewşa dawî de daxuyaniyek da û diyar kir ku rêxistina terorê ya el Nûsrayê li Idlibê  teqe li jîngehan kiriye.

Şerbitskiy, dide zanîn ku çekdarên Nûsrayê teqe li jîngehên li Idlîbê kiriye û got, “El Nûsrayê du caran teqe li jîngeha Rûayhayê ya li Idlîbê kiriye. Carekê bo jîngeha bi navê Darh el Kebire û du caran jî bo Ed Danayê.”

Rayedarê rûsî da xuyakirin ku hêzên leşkerî yên Rûsyyê li Heleb, Reqa, Dêre Zor û Hesekê bi berdewamî dewriyeyan digerînin û hêzên esmanî yên Rûsyayê jî piştgiriya va dewriyeyan dikin.

Parve bike: