TR KU SO
FB X
Kurdistan

SANA: Israîlê ji bilindahiyên Colanê êrîsî gundewarên Samê kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 21 gulan 2022 14:37

PeyamaKurd – Ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA diyar kir, Israîlê ji bilindahiyên Colanê êrîşî gundewarên Şamê kir û
di encamê de 3 kesan can dan.

Li gor ajansa nûçeyan a Sûriyê SANA da zanîn: “Îsraîlê ji aliyê Colana Sûriyê ve bi moşekên zemîn-erd li gundewarê Şamê êrîşek pêk anî.”

Hat zanîn, hin nuqteyên li başûrê Şamê kirin armanc û di encamê de 3 kesan can dan û ziyanên madî jî çêbûn.

Herwiha Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê destnîşan kir, sê efser hatin kuştin û çar kesên ku di berewaniya asimanî de cih digrin jî birîndar bûne.

Parve bike: