Sanda Kurdistanê ji bo pirsgirêkên cotkaran diçe Bexdayê
PeyamaKurd - Endamê Parlamentoya Kurdistanê Zêdan Biradostî li ser dema çûyîna şanda Parlamentoya Kurdistanê bo Bexdayê daxuyanî da.
Endamê Lijneya Kiştûkal û Çavkaniyên avê li Parlamentoya Kurdistanê Zêdan Biradostî da xuyakirin ku şanda Parlamentoya Kurdistanê sibe 21ê Gulanê diçe Bexdayê û dê li ser pirsgirêkên cotkaran bike danûstandinê bi hemkarên hikûmeta Iraqê re bike.
Hat gotin ku dê di serdana Bexdayê de, şanda Kurdistanê bi wezîrê kiştûkal û fraksiyonên Kurdistanê re bicive û hewl bide bi serokwezîrê Iraqê jî hevdîtinekê pêk bînin.
Li gor nûçeya BasNewsê Zêdan Biradostî gotiye, ew dê di serdana Bexdayê de daxwaznameya ji bo zêdekirina pereyên genim pêşkeş bikin û herwiha derbarê bûyera gundê Pelkane ya şewitandina genim û cehê cotkaran jî dosyeyekê bidin hikûmeta Iraqê.