Kurdistan
Sanda Tevgera Sedir li Hewlêrê ji aliyê Hosyar Zêbarî hat pêswazîkirin
PeyamaKurd – Şandeke Tevgera Sedir a Muqteda Sedir seroktiya wê dike û di hilbijartinên Parlamentoya Iraqê bûye yekemîn partî ji bo danûstandinan bi serkirdeyên Kurdistanê û partiyan re bike gihîşt Hewlêrê.
Şanda Tevgera Sedir, îro 3yê Çile danê êvarî bi rêya balafirxaneya Hewlêrê gihîşt Herêma Kurdistanê û ji aliyê endamê Polîtbûroya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Hoşyar Zêbarî ve hat pêşwazîkirin.
Biryare şanda Tevgera Sedir ligel berpirsên siyasî yên Kurdistanê bicive û di civînan de pêkanîna hikûmeta nû were gotûbêjkirin.
Hêjayî gotinê ye, ji ber nakokiyên navbera aliyên siyasî yên Iraqê li ser damezrandina hikûmeta nû, piştî hilbijartinê 10ê Cotmehê parlamentoya Iraqê neciviyaye.