Kurdistan
Saneyeke DAISê li Dêrazorê êrîs bir ser xaleke HSDê
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku li bakurê bajarê Dêrezorê, hejmarek terorîstên DAIŞê êrîşî xaleke pişkinînê ya hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirin û di encamê de şer û pevçûn di navbera herdu aliyan de derket.
Çavkaniyê herêmê diyar kirine ku êrîş roja Yekşemê pêk hatiye û çekdarên şaneyeke DAIŞê li gundê el-Nemliye ser bi bajarokê el-Sûr li bakurê Dêrezorê êrîşî xaleke Hêzên Sûriya Demokratîk (HSD) kirine.
Heman çavkaniyan daye zanîn ku di encama êrîşê de, şer û pevçûn bi çekên navîn di navbera herdu aliyan de derketiye.
Derbarê encamên wê êrîşê de heta niha HSDê daxuyanî nedaye.