TR KU SO
FB X
Kurdistan

Seferên Dusseldorf û Hewlêrê îro dest pê kirin

Hevi Turan
Nivîskar
📅 07 hezîran 2019 22:10

PeyamaKurd – Rêveberê Balafirgeha Navdeweletî ya Hewlêrê Talar Faîq ragihand ku yekem seferên di navbera bajarê Dusseldorf ê Almanya û paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê dest pê kirin.

Talar Faîq ji medya Kurdistanê re da xuyakirin ku dê niha hefteyê du sefer di navbera Hewlêr – Dusseldorfê de bêne kirin.

Rêveberê Balafirgeha Hewlêrê herwiha da zanîn ku niha ji Balafirgeha Hewlêrê 56 sefer têne kirin ku piraniya wan seferên navdewletî ne û ew li bendê ne seferên bo welatên din bên zêdekirin.

Parve bike: