Sehayên petrola Kurdistanê ji hewa tên tesbîtkirin
PeyamaKurd- Şîrketa petrolê ya dewleta Tirkiyê TPAO bi sîstemeka nû li Kurdistana Tirkiyê sehayên petrolê yên sîsmîkê tesbît dike.
TPAO bi balafiran wêneyên rûyê erdê dikşîne, ferqa kişîna erdê li datayan bar dike û dişîne Serokatiya Daîra Lêkolînê da tesbît bikin bê di wan sehayan de petrol heye an na.
Ev sîstema lêgerîna han li Afrîka û gelek deverên dinyayê tê bikaranîn. Lê li Tirkiyê cara yekeme tê bikaranîn. Bi şîrketeka Brîtanî re peyman hatiye çêkirin ku bi 10 pisporan ve, li bajarê Batmanê her sibe, bi derketina rojê re balafira TPAOyê wan bibe li ser sehayan bigerîne. Tîma pispor bi balafirê ve, ferqa kişandina erdê di sehayan de tesbît dike û sehayên nû bo petrolê kişf dike.
Ji bilî xebata ser erdê xebata sîsmîkê jî hêsantir dike. Wê 1,5 li Kurdistanê xebat bê kirin ta tesbîta sehayan biqedînin.