TR KU SO
FB X
Kurdistan

Sehba | Artêsa Tirkiyê dêra Asûriyan topbaran kir

Leyla Denli
Nivîskar
📅 30 gulan 2022 14:58

PeyamaKurd – Artêşa Tirkiyê û çekdarên girêdayî wê, do êvarî navbera gundên Til Qerah û Um El-Hoşê yên Şehbayê topbaran kirin.

Li gor zanyariyan, Artêşa Tirkiyê di wê topbaranê de dêra Asûriyan a li gundê Til Tewîl ê Til Temirê kiriye armanca êrîşan û ziyaneke mezin gihandiye dêrê.

Herwiha hat ragihandin, Artêşa Tirkiyê bi çekên giran Eyn Îsa, Zirgan û gundên Minbicê topbaran kir.

Parve bike: