Kurdistan
Sekvanên DAISê bi qenasan 2 leskerên Iraqê kustin
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku îro 12ê Adarê Kerkûk û Diyalayê 2 leşkerên Iraqê ji aliye sekvanên (nîşangirên) rêxistina terorîst DAIŞê ve hat kuştin.
Çavkaniyeke ewlehiyê ya Iraqê ragihand, bi êrîşa nîşangirên DAIŞê li du parêzgehên Iraqê, du serbaz hatin kuştin û serbazek jî birîndar bû.
Çavkaniya ewlehiyê eşkere kiriye: “Di derengê şeva din de, çekdarên DAIŞê êrîşî hêzeke Lîwaya 45 a Artêşa Iraqê li gundê Morban Şax ê li Kerkûkê kir.” Çavkaniyê daye zanîn ku DAIŞê di êrîşê de qenas bi kar aniye û bûye sedema kuştina leşkerekî û birîndarbûna yekî din.
Herwiha li devera Xelaniye ya ser bi navçeya Mîqdadiye li bakurê rojhilatê Diyala jî dîsa bi qenasên DAIŞê, leşkerekî din hat kuştin.