“Serdana Bexdayê peyameke bo navxwe û derve”
PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî derbarê serdana xwe ya Bexdayê de ragihand, ku peyameke bo navxwe û derve ye.
Serok Barzanî piştî civîna li gel Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî li Bexdayê, civîneke hevbeş a çapemeniyê li dar xistin. Serok Barzanî ragihand: “Li vir hewl didin baweriya di navbera me de bihêz bikin û şaşîtiyên berê rast bikin. Pêwendiyeke gelek baş dirust bikin ji bo berjewendiya tevahiya Iraqê û bi taybet dirustkirina pêwendiyeke gelekî baş di navbera Hewlêr û Bexdayê de.”
Serokê Hevpeymaniya Feth Hadî Amirî jî wiha got: “Hêvîdar in ev serdan bibe destpêkeke girîng ji bo pêwendiyên Hewlêr û Bexdayê û hemû pirsgirêk bi biratî bêne çareserkirin. Em rijd in li ser peydakirina jiyaneke baştir ji tevaniya Iraqiyan re.”
Hadî Amirî li ser pêşeroja Iraqê hêviya xwe anî ziman: “Hêvîdar in Iraqekî bihêz durist bibe û hevbeşiya rasteqîne di navbera tevahiya pêkhateyên Iraqê pêk were. Çawa di dema bûrî de rûbirûyî terorê bûn, bi heman awayî bi hev re şerê gendeliyê bikin û Iraq bikare di dahatû de xizmetguzariyê pêşkêşî tevahiya Iraqiyan bike.”