TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê di derbarê Partiya Çep a Kesk de lêpirsîn da destpêkirin

Leyla Denli
Nivîskar
📅 12 nîsan 2023 15:59

PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, bi tohmeta bangeşeye PKKê hatiye kirin, di derbarê Partiya Çep a Kesk de lêpirsîn da destpêkirin.

Li gor zanyariyan, li bajarokên Rezan û Sûrê yên ser bi bajarê Diyarbekirê ve, bi beşdariya Parlamentera HDPê Remzîye Tosun û rêveberên Partiya Çep a Kesk nivîsingehên hilbijartinê hatin vekirin.

Herwiha Serdozgeriya Komarê ya Diyarbekirê, ji ber ku di axaftinên dema vekirina nivîsingehan de bangeşeya PKKê hatiye kirin, lêpirsîn di derbarê Partiya Çep a Kesk de da destpêkirin.

Parve bike: