Kurdistan
Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê da
PeyamaKurd – Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, Hevseroka Şaxa HDPê jî di nav de biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê da.
Li gor zanyariyan, bi biryara Serdozgeriya Komarê ya Mêrsînê, bi tohmeta piştgiriya ji bo PKK, KCK, PYD û YPGê, operasyonek hat destpêkirin û Hevseroka Şaxa HDPê ya Mêrsînê Bedriye Kuş û gelek endamên civata şaredariya Akdenîzê jî di nav de, biryara girtina 32 endam û rêveberên HDPê hat dayîn.
Herwiha hat ragihandin ku operasyon ji aliyê Rêveberiya Polîsan a Mêrsînê ve bi beşdariya zêdetirî 500 polîsan destpê kiriye. Heta niha gelek kes ji wan hatine girtin, lê hîn hejmara wan ne diyar e.