TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: “Em ê li ser sê prensîban bimesin!”

Viyan Cicek
Nivîskar
📅 16 îlon 2018 14:06

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî bi giregirên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) re hevdîtinek pêk anî.

Di derbarê hevdîtinê de di malpera webê ya Serok Mesûd Barzanî de daxuyaniyek hate kirin. Serok Barzanî got ku di hevdîtinan de me ji bo avakirina hukûmeta nû ya Iraqê, sê prensîb eşkere kirin. Divê hukûmeta nû li ser hevkarî, wekhevî û dengeyê were avakirin.

Daxuyaniyê wiha dewam kir: “Divê binpêkirinên makezagonê bi dawî bibin û mafên hemî aliyan werin parastin. Ji bo ku careke dî li dijî gelê Kurd tu zulm û zordarî çênebin, divê konseyeke federal ku Kurd jî başdar bibin, were avakirin. Bi vî rengî biryarên yekalî nayên standin û binpêkirina mafan jî wê were astengkirin.”

Parve bike: