Kurdistan
Serok Barzanî: “Helbestvan Dilzar xwedî îrade û welatperwer bû”
PeyamaKurd – Serokê Kurdistanê Mesûd Barzanî bi sedema koça dawî ya helbestvanê Kurd Ahmed Dilzar peyameka sersaxiyê belav kir. Serok Barzanî di peyama xwe de weha got:
“Min wefata helbestvanê xelkê me Ahmed Dilzar bi xemgînî bihîst. Helbestvan Dilzar mirovekî xwedî îrade û welatperwer bû. Bo helbest û wêjeya Kurd xizmeta baş kir. Kesên wêjehez û ronakbîr wê berhemên wî her wext bibîr bînin.
Bo malbata Ahmed Dilzar, mirovên wî, rewşenbîr û helbestvanên Kurdistanê sersaxiyê dixwazim û xema wan parvedikim. Xwedê riha wî bi buhişta xwe şad bike û sebrê bide hemû terefan.”