TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî: Parastina zimanê dayikê erkeke neteweyî ye

📅 21 sibat 2026 15:54

PeyamaKurd – Serok Mesûd Barzanî, bi boneya 21ê Sibatê Roja Cîhanî ya Zimanê Dayikê, li ser hesabê xwe yê Xê peyameke pîrozbahiyê belav kir û tê de giranî da ser rola ziman a di parastina hebûna neteweyî de.

Serok Barzanî di daxuyaniya xwe de destnîşan kir ku zimanê dayikê bingeha hebûn, nasname, hişmendiya neteweyî û yekîtiya her gelî ye.

Wî herwiha tekez kir ku parastina ziman ji bo her kurdî ne tenê tercîhek e, lêmbelê "erkeke neteweyî" ya pîroz e ku divê bi her awayî xwedî lê were derketin.

Serok Barzanî di peyama xwe de Roja Zimanê Dayikê li hemû xelkê Kurdistanê pîroz kir.

Parve bike: