TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li Berhem Salih kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 17 mijdar 2021 18:53

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro Çarşemê 17ê Mijdara 2021ê, pêşwazî li Serokomarê Iraqê Berhem Salih kir.

Piştî civînê hat ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, qonaxa piştî hilbijartinên Parlamentoya Iraqê hatiye guftûgo kirin.

Herwiha hat diyarkirin, çareseriyên ji bo rastrêkirina proseya siyasî, derbaskirina astengî û qeyranan û pirsên niha yên Iraq û Herêma Kurdistanê jî di hevdîtinê de hatin guftûgokirin.

Parve bike: