TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li Eyad Elawî kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 14 tebax 2024 22:18

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 14ê Tebaxê, pêşwazî li Sekreterê Giştî yê Partiya Hevpeymaniya Niştimanî ya Iraqê Eyad Ellawî û şanda pê re kir.

Hate ragihandin ku di hevdîtinê de, rewşa siyasî ya Iraqê, kêşeyên heyî û pêwendiyên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Iraqa Federal de hatin gotûbêj kirin.

Eyad Elawî di salên 2004-2005an de serokwezîriya Iraqê kiriye ku yek rêberên xwedî bandor ê sûniyên Iraqê ye.

Parve bike: