TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî pêswazî li Nûnerê NY Mihemed Hesan kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 10 mijdar 2025 21:03

PeyamaKurd- Serok Mesûd Barzanî, îro 10ê Mijdarê li Pîrmamê pêşwaziya Nûnerê Taybet ê Sekreterê Giştî yê Neteweyên Yekbûyî li Iraqê û Serokê Şandiya UNAMIyê Mihemed Hesan kir.

Baregeha Barzanî, derbarê hevdîtinê de ragihand, di civînê de pêşketin û guhertinên dawî yên herêmê û pêvajoya siyasî ya Iraqê û hilbijartinên Parlementoya Iraqê jî hatin goftûgokirin.

Hate diyarkirin ku herdu aliyan li ser girîngiya birêveçûna hilbijartinan di pêvajoyeka aram û demokratîk de li hev kir.

Parve bike: