TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Barzanî sersaxî da Kuweytê

Hevi Turan
Nivîskar
📅 18 berfanbar 2023 21:29

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, îro 18ê Kanûnê ji bo gihandina sersaxî û hevxemiya xwe li ser koça dawî ya Mîrê Kuweytê, serdana Konsulxaneya Kuweytê ya Hewlêrê kir.

Serok Barzanî di serdana Konsulxaneya Kuweytê de, bi konsûlê Kuweytê yê Hewlêrê civiya û Konsulê Giştî yê Kuweytê li Hewlêrê Osman Dawûd El-Dawûd re civiya.

Serok Barzanî di hevdîtinê de, pirse û hevxemiya xwe bo koça dawî ya Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Cabir El-Sebah, ji gel û serkirdatiya Kuweytê re anî ziman.

Mîrê Kuweytê Şêx Newaf El-Ehmed El-Sebah roja 16ê Kanûnê di 86 saliya xwe de koça dawiyê kiribû û doh Yekşemê jî bi merasîmeke malbatî bi xakê hatibû spartin.

Parve bike: