TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serok Mesûd Barzanî sersaxî da malbata Mamoste Îbrahîm Sebah

Hevi Turan
Nivîskar
📅 08 sibat 2021 04:24

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser wefata mamoste Îbrahîm Sebah ku dema bilindkirina ala Kurdistanê can dabû, peyameke serxweşiyê belav kir.

Serok Barzanî di peyama xwe de wiha got:

Bi navê Xwedayê mezin ê dilovan

Bi xemeke mezin îro li yekem roja destpêkirina proseya xwendinê de, mamosta Îbrahîm Sebah di dema hilkirina ala pîroza Kurdistanê li xwendingeha bingehîn ya Sorkêy Şeqlawe ji ber kehrebê giyanê xwe ji dest da. Mamosta Îbrahîm di dema bi cîh gihandina erkekî pîroz giyanê xwe bexşî û şehîd bû û şehîdê Ala û şehîdê Kurdistane.

Pirse û sersaxiyên xwe pêşkêşî malbata Mamoste Îbrahîm Sebah û kesukar û hevalên wî û hemû mamostayên birêzên Kurdistanê û xelkê xweşdiviyê Şeqlawe dikim û xwe bi hevbeşê xema wan dizanim. Cihê xwedê jêrazî bi behişta fireh bê û xwedayê mezin hedar û aramiyê bi hemû aliyek bibexşê.

Pêşniyar li Hikûmeta Kurdistanê hat kirin ku mamoste Îbrahîm şehîd bê qebûlkirin

Parve bike: