TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokê BCFyê pêswaziya Konsulê Rûsyayê kir

İlyas batu
Edîtor
📅 28 mijdar 2024 18:31

PeyamaKurd – Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) pêşwaziya Konsulê Giştî yê Federasyona Rûsyayê yê li Herêma Kurdistanê kir.

Îro, (28.11.2024) Maksîm Rûbînê Konsulusê Giştî yê Rûsyaya Federal ê li Herêma Kurdistanê, li bajarê Hewlêrê, serdana Dîwana Serokatiya Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî kir û ji aliyê Musa Ehmedê Serokê Dezgeha Xêrxwaziyê ya Barzanî (BCF) ve bi germî hate pêşwazîkirin.

Di hevdîtinê de behsa proje û çalakiyên Dezgehê Xêrxwaziyê yê Barzanî hate kirin û tekezî li ser wê yekê hat kirin ku di demeke nêzîk de pêwîstiya gihandina alîkariyan a bo xelkê hewcedar û koçberan heye.

Parve bike: