Kurdistan
Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî çû Qatarê
PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi sedema dayîn û sitendinên fermî çû Qatarê. Barzanî wê bi Emîrê Qatarê Şêx Temîm B. Hamed Al Sanî û rêvebirên di asta bilind de hevdîtinan bike.
Di hevdîtinan de li ser mijarên têkiliyên Herêma Kurdistan, Iraq û Qatarê û hem li ser pêşdeçûnên li Iraqê û herêmê biaxifin.