TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokkomarê Iraqê Resîd seredana Mûsilê kir

Mahmut Begik
Nivîskar
📅 29 berfanbar 2022 03:13

PeyamaKurd – Serokkomarê Iraqê Abdullatif Reşîd do bi şev ji nîşka ve seredana Kurdistanê Hewlêrê kiribû û ji aliyê wezîrê karên hundir yê Herêma Kurdistanê û parêzgerê Hewlêrê Umîd Xoşnaw de hatibû pêşwazîkirin. Reşîd îro seredana bajarê Mûsilê kir ku Mûsil yekem bajare ji derbên IŞİD ê êşiyaye û Reşîd di seredana xwe de behsa avakirina Mûsilê kir. Reşîd di ser hesabê xwe yê Twitterê de got:

“Me li pirsgirêkên xelkê Mûsilê ku ji ber IŞİD ê zerarê dîtibûn guhdarî kir. Xebatên IŞİD ê ku nedixwest nasnameyên cuda bi hevre bijîn beredayî çû. Ji bo Mûsilê ji nûh de ava bikin, projeyên hene temam bikin û şertên jiyana xelkê baştir bikin, em ê bi dezgeyên dewletê re bi hevre bixebitin.”

Reşîd ji bo şertên bajêr yên darayî, ewlehiyê û xizmetê rave bikin bi parêzgerê Mûsilê bi Necim el-Cuburi re civiya û bang kir ku ji bo bajêr ji aliyê darayî, avahî û çandî de vejînin, wê xebatê bikin.

Parve bike: