TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokkomariya Iraqê careke din bo Kurdan dibe

📅 01 nîsan 2018 01:54

PeyamaKurd- Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê Fûad Huseyn diyar kir ku dabeşkirina postan li Iraqê dê wek berê be û Serokkomar careke din ji Kurdan be.

Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê ragihand ku "li Iraqê bêyî Kurdan zehmet e ku hikûmetek çêbibe, lê giring  ew e ku Kurd dê li ser kîjan bingehê beşdarî hikûmetê bibin. Eger Kurd yekdeng bin, bloka Kurdî dikare roleke bi bandor bilîze. Dibe ku Kurd li ser bingeha bernameyekê beşdar bibin. Ew jî cih û pêgeha Kurdan diyar dike.”

 
Li ser postên sereke yên Iraqê jî  diyar kir: “Niha bûye weke edetek, Serokê Parlamentoyê Iraqê bo Sunniyan, Serokwezîrî bo Şiiyan û Serokkomarî jî bo Kurdan dibe, ez bawer im ev sîstem dê vê carê jî berdewam bibe.”

Parve bike: