Serokomarê Îranê bi serdanekê gihîst parêzgeha Sineyê
PeyamaKurd – Serokomarê Îranê Îbrahîm Reîsî vê sibê bi serdanekê gihîşt parêzgeha Sine ya Rojhilatê Kurdistanê û wê bi beşek ji zanayên olî û rewşenbîrên Sineyê re bicive.
Ajansa Tesnîm a Îranê diyar kir, Îbrahîm Reîsî ligel şandeke kabîneya xwe bi mebesta vekirina projeya avê ya bajarê Sineyê, vê sibê gihîşte parêzgeha Sineyê û piştî vekirina projeyê wê bi welatiyan re jî bicive.
Cîgirê Serokomarê Îranê Muhsîn Mensûrî da zanîn, di vê serdana Reîsî de projeya avê ya Sineyê ku yek ji pêwîstiyên sereke yên xelkê Sineyê bû û kêşeya ava wî bajarî çareser dike, wê were vekirin, pişt re Serokomar wê bi zanayên olî û mamosteyan û rewşenbîrên parêzgeha Sineyê re bicive.
Hêjayî gotinê ye, ev cara yekem e ku rayedarekî payebilind ê Îranê di nava 72 rojên borî de ku xwepêşandan û nîşandana nerazîbûnê li bajarên Rojhilatê Kurdistanê berdewam e serdana Rojhilatê Kurdistanê dike.