TR KU SO
FB X
Kurdistan

Serokwezîr Barzanî 10 milyar dînar ji bo projeya rêya Silêmanî-Kelarê terxan kir

Hevi Turan
Nivîskar
📅 15 hezîran 2021 17:38

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku bi fermana Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî 10 milyar dînar ji bo çêkirina rêya Silêmanî-Kelarê hat terxankirin.

Berpirsê fermangeha dûvçûna projeyan ya hikûmeta Kurdistanê Omêd Sebah ragihand ku Serokwezîr Mersûr Barzanî rizamendî nîşan daye li ser terxankirina 10 milyar dînar ji bo çêkirina rêya Silêmanî-Kelarê.

Sebah da zanîn, ew bûdçe di çarçoveya bûdçeya wezareta avadankirin û niştecihkirinê de hatiye terxankirin.

Parve bike: